Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî teqîna terorîstî ya li bajarê Hesekê rûda şermezar kir

Yekîtî Media 7/7/2016

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Di roja dawî ji meha remezana pîroz de, êvara cejnê û berî çend xulekan ji dema fitarê, careke din terorîstên çepel û gemar terora xwe bi ser xelkên bajarê hesekê de dibarînin, bi riya teqîneke terorîstî re ku komek ji kesên sivîl li ber firina nan li taxa Salihiyê civiya bûn armanc kir, û di encamê de ne kêmtir ji 22 kesan şehîd ketin û bidehan kes birîndar bûn, û vê komelkujiyê pîrozbahiyên cejnê li vî bajarî kirin hevdîtinên şîn û xemgînî û sersaxiyê. Ev bûyer êvara Newroza Hesekê ya 2015  di bîra mirov de tîne, dema ku terorîstan ahengên Newrozê bi 2 teqînên xwekujî armanc kirin.

Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûriyê, di dema ku sersaxiyê ji xizm û malbatên Şehîdan re dixwaze û hêviya saxiyek nêzîk ji birîndaran re dike, şermezariya vê tewanê û hemî tewanên ku sivîlan armanc dikin bi destê rêjîma Esed û rêxistinên terorîstên dîtir yên pêve girêdayî dike.

Û ji civaka navdewletî tê xwestin ku helwestên vebir û xurt bistîne, ku karibin çareseriya siyasî li gor biryarên yasaya navdewletî ferz bikin, ji ber ku ev gaveke jê pêve tuneye ji bo jinavbirina terorîstiyê, û nehêlana jêderên wê ku ew jî rêjîma Esed û hêzên piştgirên wê ne.

Rehma xwedê li şehîdan be,

Saxî ji birîndaran re,

Azadî ji girtiyan re,

Sûriya û gelê wê bi serbilindî û azadî bijîn.

Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê

6 tîrmeha 2016

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button