Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştîmanî piştgiriya xwe ji bo biryara agirbestê ragihand

Yekîtî Media 13/9/2016

Hevbendiya niştîmanî ya  opozîsyona Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew piştgiriya wê rêkeftina Rûsî û Amerîkî dikin. Herwiha daxwaz ji Rûsyê, Amerîka û Netewên Yekbûyî kir ku, garantiyên zelal derbarê cibicîkirina xalên rêkeftinê pêşkêşî wan bike.

Herwiha Hevbendiyê daxwaza peydakirina mîkanîzmên çavdêriyê di bin serpereştiya aliyên bêlayene kir, ji bo cibicîkirina wê rêkeftinê.

Hevbendiyaê di daxuyaniya xwe de ragihandiye jî, ku yekîneyên çekdar yê opozîsyonê yên bi navê Artêşa Azad dê pabendî wê rekeftinê bibin, lê di her êrîşeke li ser wan de, ewê bersivê bidin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button