Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî : Navçeyên aram, dabeşkirina Sûriyê ye

Yekîtî Media 6/5/2017

Hevbendiya Niştimanî ya rikberiya Sûriyê rêkeftina her çar navçeyên kêmkirina şer (Navçeyên aram) wek projeya dabeşkirina Sûriyê dide zanîn.

Hevbendiya Niştimanî ya rikberiya Sûriyê di daxuyanyekê de ragihand ku ew ji wê rêkeftinê ku 3 aliyan li Astanayê îmze kirine dudil in, ku bi gotina wê ew rêkeftin dûrî miletê Sûriyê hatiye kirin û ti rênimayên rewa li xwe nagire, herwiha dûr ji Encûmena Asayişa Navdewletî hatiye îmzekirin .

Herweha Hevbendiyê daxwaz ji Amerîka û koma dostên Sûriyê kir ku nehêlin ew proje biser bikeve û sînorekî jê re danin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button