Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî dozê li Desteya Bilind ya Danûstndina dike ji bo piştgiriya daxwazên ENKSê

Yekîtî Media 13/4/2017

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, îro pêncşemê, daxuyaniyek derbarî pirsa Kurd û piştgirî li daxwazên ENKSê belavkir.

Di daxuyaniyê de, Hevbendiyê tekezî li ser wê yekê kir ku ENKSê ew nûnerê rasteqîne yê xebata miletê Kurd û daxwazên wan, herweha tekezkir ku ew pabendin bi rêkeftinên di navbera wan û ENKSê de.

Di dawiya daxuyaniyê de Hevbendiyê hêvî ji desteya bilind ya danûstandinan kir ku piştgirya mafê ENKSê bike jiber ku ew mezintir nûnere ji pirsa kurdî re, û herweha doza çareserkirina pirsgirêkên ku di Cinêv 5 de derketin bi sazanî û bi rihê biratiyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button