Break newsNûçeslide

Hesen Salih : Pêwîste PYD hemû xebatkarên siyasî ên Kurd serbest berde

Yekîtî Media
Cîgirê sekreterê partiya Yekîtî ya Kurd Hesen Salih, doh sêşemê, daxwaz ji partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê kir ku hemû xebatkarên siyasî ên Kurd ji zindanên xwe serbest berdin.
Hesen Salih di postekê de li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî: îro sêşemê 13 sibatê, desthilata PYD li Qamişlo xebatkarên birûmet serbest berdan, Alan Selîm Ehmed û Salih Cemîl û Diham Remedan û Cinêd Seyid Mecîd piştî ku zordarî û sitemkarî di zindanên PYD ê de kişandin.
Herweha Hesen Salih doz li PYD kir ku hemû girtiyên siyasî ên kurd ji zindanên xwe serbest berdin û di pêşiya wan de Ebdilrehman Apo û Fûad Ibrahîm û Mohammad Najî Masûm û Emîr Hamid.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button