Break newsNûçeslide

Hesen Salih : ka dîmokrasiya ku PYDê pê bang dike!?

Yekîtî Media  

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Hesen Salih tekezkir ku PYD tenê bi nav dîmoqratî ye û dîmoqrasiyê idaa dike di heman dema ku serkirdeyên Kurd binçav dike jibo xizmeta dijminên miletê Kurd.

Hesen Salih di nivîseke kurt de li ser rûpela xwe ya fêsbûkê got: ji meha tebaxa sala 2016an de çekdarên PYD rojnamevan Alan Selîm Ehmed revandin, dema ku cenazeya şehîdê pêşmerge Hebîb Qedrî romal dikir, ta niha Alan girtî ye û paşeroja wî ya xwendinê windabû, herweha Fûad Ibrahîm û Ebdilrehman Apo jî girtî ne di zindanên PYDê de.

Salih got, ka mirovahî û heq û edaleta , ka ew dîmokrasiyê ku PYD şev û roj pê bang dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button