Break newsNûçeslide

Hesen Salih: berdewamiya binçavkirina Alan zordariyeke mezin e ji rex Rêjîmê û hevalbendên wê

Yekîtî Media 18/8/2017

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Hesen Salih di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê got, divê ku PYD rojnamevan Alan Ehmed û hemû girtiyên siyasî ji zindanan serbest berde.

Herweha Salih got: li tev ku dema li Alan hatiye birrîn saleke bi temamî û 3 roj di sere qedyane, lê ew hîn di zindana Elaya de ya ku Rêjîmê radestî PYD kiriye binçavkirî ye, ev zordarî ji rêjîmê û hevalbendên wê hemû sînor derbaskirine.

Hesen Salih di dawiyê de amaje kir ku sebra wan derbarê kiryarên PYD têkçû ye , û ew dê dakevin kolanan û mangirtinê bi rengekî berdewam bikin.

Tê zanîn ku Alan Selîm Ehmed nûçegihanê malpera Yekîtî Media ye, roja 15ê tebaxa 2016 ji rex asayişa PYDê ve hate binçavkirin dema ku cenazeya pêşmerge Hebîb Qedrî romal dikir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button