NûçeRaportslideUncategorized

Hesen Himêdî koça dawî kir û li Şermola bi xakê hate spartin

Yekit Media

Roja Sêşemê 7-4-2020 li goristana Şermola endamê rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya Hesen Himêdî bavê Ciwan pêçayî bi Ala netewî ya gelê Kurd bi xakê hate spartin.

Di rêwresmên bi xakspartinê de endmaên partiyê li gel kes û karên wî amadebûn, û gotina partiya Yekîtî Kurdistanî ji hêla endamê komîta siyasî Merwan Îdê hate pêşkêşkirin û têde kar û xebata bavê ciwan hate bi bîranîn.

Îdê di gotina xwe de qûnaxên dijwar di tekoşeriya Hesen Himêdî de anî ziman û bi taybet binçavkirina wî ji hêla hêzên ewlehiya rêjîma Sûrî di sala 1992 an de.

Gotina xwecihiya Amûdê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla hac Mihemed Imer Şêxmûs hate xwendin û tê de behsa kar û xebata Hesen hate kirin û bi taybet di dema ku endamê xwecihiya Amûdê bû weke nûnerê partiya xwe.

Mamoste Rifeet Dawûd gotina malbatê xwend û tê de spasiya beşdaran kir yê ku bi wan re bi erkê bavê Ciwan rabûn di gel qedexekirina çûn û hatinê ji ber metirsiya belavbûna veyrûsa Korona covid19.

Tê zanîn ku Hesen Himêdî bavê Ciwan ji welatiyên bajarê Amûdê bû û di xortaniya xwe de tevlî tevgera siyasî ya Kurdî bibû û di sala 1992 li ser destê hêzên ewlehiya rêjîmê hatibû binçavkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button