Break newsNûçeslide

Heşda Şeibî şervanên PKKê ji çend deverên Şingalê derxistin

Yekîtî Media 4/6/2017

Heşda Şeibî hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Gir Uzêr û çend deverên din derxistin. Fermandeyekî hêzên ser bi PKKê li Şingalê ragihand: “Em bi dilê xwe paş ve vekişiyane” û li hember de jî Fermandeyekî êzidî yê Heşda Şeibî dibêje: “Ji bo me ti ciyawaziyek di navbera Pêşmerge û PKKê de nîne.”

Li gel kontrolkirina wan deverên Kurdên Êzidî yên ku di bin desthilata DAIŞê de mabûn, ji aliyê Heşda Şeibî ve, hêzên Yekîneyên Parastina Şingalê (YPŞ) ku ser bi PKKê ve ye, derbasî nav bajarokê Gir Uzêr û komelgehên Gir Zerk û Sîba Şêx Xidir li rojavayê Şingalê bûn.

Lê belê demek zêde derbas nebû, ku hêzên Heşda Şeibî, ew hêzên ser bi PKKê ji wan cihan derxistin.

Fermandeyekî YPŞ li Şingalê dibêje: “Hêzên me bi biryara me bi xwe vegeriyane.” Lê belê li hember wê daxuyaniyê, fermandeyekî Heşda Şeibî li Başûrê Şingalê dibêje: “Ji bo me ti ciyawaziyek di navbera hêzên PKKê û hêzên Pêşmerge de nîne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button