Break newsNûçeslide

Helîkopterên nenas gundewarê bajarokê Çilaxa bombebaran kirin

Yekîtî Media 15/2/2017

Helîkopterên nenas, doh sêşemê 14ê sibatê, gundewarê başûrî bajarokê Çilaxa bombebaran kirin, ew dever dikeve bin kontrola hêza Senadîd ku beşeke ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk HSD.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Çilaxa ragihand ku, se’et 8ê bi şevê dest bi bombebaranê bû ji rex du balafirên helîkopter, ew bombebaran çend kêlîkan berdewam kir ku zêdetirî 15 avêjtokan li ser navçeyin nêzîkî gundê Til Eloyê barandin.

Tu zanyarî li ser ziyanên bombebaran kirinê nehatin eşkere kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button