NûçeslideUncategorized

helbijartinên rêjîmê li Qamişlo û hesekê bi rêveçûn

Yekiti Media

Rêjîma Sûrî roja Yekşemê 16-9-2018 li bajarên Qamişlo û Hesekê helbijartinên encumanên rêveberiyên xwecihî bê tu astengî bi rêvebir.

Li bajarê Qamişlo hêzên ewlekariya rêjîma Bees li hinber navenda çanda erbî konekî mezin vegirt û bi wê helkeftê ahengeg li wê deverê li darxist.

welatiyek ji bajarê Qamişlo ku beşdarê helbijartina bibû ji peyamnêrê malpera Yekîtî Mîdiya  re diyar kir rêjeya beşdaran di wan helbijartinan de gelkî kêm bû bi tenê karmendên dezgehên hikûmetê û hin êlên Ereban û pêkhatên xirstiyanan beşdarî helbijartina bibûn.

Di heman mijarê de peyamnêrê Yekîtî Mîdiya  li bajarê Qamişlo diyar kir ku  helbijartinên encumanên rêveberiyên xwecihî bê tu astengî bi rêveçûn.

Tê zanîn ku berî li darxistina helbijartinên encumanên rêveberiyên xwecihî bi rojekê berdevkê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd lêbûrîn ji malbatên leşkerê rêjîmê yên ku berî çend rojan li Qamişlo hatbûn kuştin xwest.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button