Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hefteya bê dê dengdan li ser serokkomariyê bê kirin

Piştî ku duh sêşemê encumena nûneran a federal a Êraqê desteya seroketiya encumenê hilbijart, biryare civata çaremîn a parlemanê ya ku dê roja çarşema bê 23 / 7 / 2014`e lidarkeve ji bo hilbijartina serkkomaeriyê be û divê komên siyasî di navbera sê rojan de namzetên xwe diyar bikin, eger ev neyên kirin destur tê bin pê kirin.

Bi vê mijarê ve girêday parlemanterê YNK`ê di encumena nûneran a federal de Dr.Şêrgo Menkorî îro çarşemê 18 / 7 / 2014`e da xuyaniyek da PUKmedia û got ku; Piştî hilbijartina desteya seroketiya parlemanê bidawî bû divê li gorî desturê di navbera sê rojan de aliyên siyasî namzetên xwe ji bo posta serokkomartiyê diyar bikin.

Menkorî tekez kir ku posta serokkomaeriyê ji para Kurdan e û ji nav Kurdan li gorî ku aliyên Kurd li hevkirine ya namzetê YNK`ê ye. Her wiha postên cîgirên serok dê ji para nameztên ji aliyên Sune û Şî`a bin û divê ew jî di navbera sê rojan de namzetên xwe diyar bikin.

PUKmedia / Hozan Rustem

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button