Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

HDP dê komcivîna xwe li Amedê bike

Yekîtî Media 24/7/2017

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlementerê Rihayê Osman Baydemîr got, ew dê sibe komcivîna xwe li Amedî pêk bînin.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr li Salona Civînê ya Rêvebirina Koma HDPyê civîna çapemeniyê li darxist û diyar kir ku îro, salvegera rakirina sansurê ye û wiha got: “Heger em ji hêla sansur, zext, mafê xeberstandin û mafê çapemeniyê yê xeberbelavkirinê ve lê mêze bikin, îro di rastiyê de ne Cejna Çapemeniyê, cejneke reş e.”

Osman Baydemîr anî ziman ku  Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahettîn Demîrtaş û parlementerên HDPê, 163 roj e wekî “rehîne hatine girtin” û wiha domand: “Demîrtaş ji ber gotin û mixalefeta xwe di girtîgehê de ye. Tu dibê qey daraz ji bo ku ceza bide Demîrtaş, hatiye peywirdarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button