Break newsNûçeslide

Grûpên îslamî gundewarên Efrîn bi mûşekên Katyuşa armanckirin

Yekîtî Media 2/7/2017

Êrîşa grûpên îslamî yên li Ezazê li ser gundên Efrînê berdewam e. Şeva borî jî gundê Cilbirê ya navçeya Şêrewa bi 4 mûşekan hate armanckirin.

Çalakvanan ragihandin ku, şeva borî 4 mûşekên Katyuşa li nêzîkî gundê Cilbirê ketin, lê ti ziyanên canî nebûn.

Ji berî cejna Remezanê ve, artêşa Tirkiyê û grûpên îslamî yên li bajarê Ezazê û li devera Şehba yên ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, gundên Efrînê didin ber top mûşekan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button