Break newsNûçeNûçeyên herêmî û cîhanîRaport

Grûpên çekdar zêdetirî 2000 dar li gundewarê Efrînê şewitandin..

Roja çarşemê, komek endamên ji grûpên çekdar ên girêdayî dewleta Tirkiyê ve, agir berdan daristanên çiyayê Gurgur li navçeya Cindirêsê li gundewarê bajarê Efrînê.

Nûçegihanê Yekiti Media li Efrînê tekez kir ku fraksiyona El Weqas agir bi daristanên çiyayê Gurgur xistin, û nîşan da ku hîn agir vê ketî ye, ku ji gundê Baziyan li rojava wê dest pê kir ber bi gundên Tetar li rojhilat û Hec Hesenlî li bakûr çû.

Herwiha nîşan da ku hejmara darên Kajê yên hatine şewitandin li daristanê nêzîkî 2000 dar in, û da zanîn ku gundên Tetara û Baziyan û newala Xenzîr di encama şewatê de ji daran vala bûne.

Û diyar kir ku armanca ji vî agirî pê xistî ku daran bikin hêzing ji bo piştre bifroşin li deverên di bin kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê û derveyî wê.

Hêjayî gotinê ku endamên fraksiyona El Sultan Murad berî çend rojan nêzîkî 90% ji rûbara daristana navçeya Şeran li gundewarê bajarê Efrînê li Kurdistana Sûrîyê qutkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button