Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Gotêris doza agirbestê li cîhanê tevî dike

Yekiti Media

Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Entoniyo Gotêris doza rawestandina şer û pevçûnan li cîhanê tevê kir bi mebesta rêgiriyê li hinber belavbûna veyrûsa Korona (covid19).

Gotêris di gotinekê de li baregeha Netewên Yekbûyî ragihand ku piraniya kesên ku qelenê van şeran datînin ji kesê hejar û belengazin û egera belavbûna vî veyrosî di nav wan de pêda dibe.

Di heman gotinê de Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî doz kir ku şer û bevçûn li tevaya cîhanê bê rawestandin û tevaya cîhanê yekrêz be li dijî dijminê mezin yê miroviyê Korona yê ku metrsiyê li ser jiyana tevaya mirovên cîhanê çê dike.

Tê zanî ku ta vê kavê zêdî 300 hezar kesî tûşî veyrûsa Korona bûne û nêzî 13 hezar kesî ji ber wê jiyana xwe ji destdane.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button