Break newsRaportslide

Gorbuhiştî Mele Elî Darî li goristana Enteriyê bi xakê hat sipartin

Yekîtî Media 22/7/2017

Bi sedan ji xelkên Qamişlo, roja doh înê 21ê tîrmehê, cenazeta gorbuhiştî Mele Elî Darî li goristana Enteriyê bi xakê sipartin.

Di merasîmên cenazetê de cemawerek ji malbat û hevalên gorbuhiştî, û herweha kesayetiyên niştimanî û şandeke ji serkirdayetiya partiya Yekîtî û rêxistinên partiyê li Qamişlo beşdarbûn.

Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî Silêman Oso gotinek bi navê partiyê da , têde behsa rol û xebata gorbuhiştî di tevgera siyasî ya kurdî kir.

Herweha kurê rehmetî Ebdilselam Darî gotinek bi navê malbatê da têde sipasiya hemû beşdaran kirin.

4 3 1

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button