Break newsNûçeslide

Girûpên Islamî yên girêdayî artêşa Azad beşdariyê ligel Tirkiyê dikin di êrîşa li ser Efrînê

Yekîtî Media
Bi amadekariyên artêşa Tirkiyê ya li dijî Efrînê re, nêzikî hezar çekdarên grûpên Islamî yên çekdar ên artêşa Azad ya rikberiya Sûriyê ji bajarê Kîlîsê derbasî navçeya Azazê ya rojhilatê Efrînê bûn.
Hat ragihandin, çekdarên grûpên çekdar ên Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike bi 20 otobusan ji bajarê Kîlîsê derbasî navçeya Azezê bûn.
Artêşa Tirkiye amedekariyên operasyona li dijî Efrînê bileztir dike. Rojane tank û wesaîtên zirxpoş ser sînorê Efrînê tên bicihkirin.
Ev yek di demekê de ye, Tirkiye rojane gefa operasyonê li dijî Afrînê dixwe, îro Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Nurettin Canikli ragihand, divê bê derengî operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê encam bide.
Li gor çalakvanên Efrînê jî, îro topbarana artêşa Tirkiyê li gundên Qera Baba, Kum Raşê, pira Heşargê, Memilo, Hobeka, Xezewiyê, Dêr Siwanê, Dêrbelûtê bûn û hîn jî topbaran berdewam dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button