NûçeslideUncategorized

Girûpeke çekdar du welatî li Efrînê revandin û eşkence kirin

Yekiti Media

Girûpeke çekdar yê bi ser rikberiya Sûriyê ve li Efrînê jin û mêrek Efrînî revandin û eşkence kirin.

Jêderekî ji Efrînê ji ragihand, ku  li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hejmarek çekdar êrîşî mala welatiyê bi navê Mistefa Faris kirin  û wî û hevjîna wî Hesret ji malê revandin û li çolekê ew eşkence kirin û li zeviyeke daran ew berdan .

 Heman jêderî anî zanîn ku  çekdaran ew her du welatî bi awayekî hovane eşkence kirine û hemû gewdê wan birîn.

Tê zanîn ku talan û dizî û revandin û binçavkirina welatiyên Efrînê li ser destê çekdarên rikberiyê rojane ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button