Raport

Girkê Legê.. ENKSê kemera Erebî şermezar kir di salvegera cîbicîkirina wê ya 47emîn de

Roja pêncşemê 24ê Pûşperê, xwecîhiya Girkê Legê ya bi ser ENKSê ve, kemera Erebî di salvegera xwe ya 47emîn de ku rêjîma Be’s ya nejadperest dest bi cîbicîkirina wê li Kurdistana Sûrî kir şermezar kirin bi beşdarbûna rêxistinên partiyên ENKSê li bajêr.

Ev yek bi rêxistina mangirtinek protestoyî li dijî piroja nejadperestî di bazara bajêr hat lidarxistin ku biryar bû li pêşiya ofîsa PYK-S bêkirin, û li ser xwesteka Encûmenê dema wê hat pêşxistin ji demjimêr 6ê ber 11ê sibehê, ji bo mangirtinê bi navê Encûmena xwecîhî be.

Tabloyên şermezar kirina vê pirojeya nejadperestî, û pêwîste vegerandina erdan ji xwediyên wan yên resen re, û kesên di encama vê pirojeya nejadperest zirar dîtine bên qerebûkirin, ev tabloyan bi zimanê Kurdî û Erebî û Îngilîzî hatibûn nivîsîn, û nivîsgeha PYK-Sê hatibûn amadekirin.

Serokê xwecihiya Girkê Legê Salih Simo gotinek pêşkêş kir, û tê de wiha got : ku kembera erebî hin êl û eşîrên pêkhatiyên Ereb ji parêzgeha Reqa û gundewarên Helebê ku hejmara wan gihişt 4000 malbata anî û li gundên Kurdan yên sînorî bicîhkirin,
Ku kemera Erebî beşek ji siyaseta hikûmeta behs li dijî gelê kurd bû bicîhkirina komên Ereb li herêmê ji sala 1965an ta sala 1976an.

Herwiha Simo tekezî kir ku ENKSê berdewam e di şermezarkirina vê piroja qirêj û pîs, û bang dike ji bo hilweşandin û rakirina bandorên wê..
Hêjayî gotinê ku partiya Behs di 24 Pûşbera 1974an biryarek der xist bicîkirin pirojeya kemera Erebî ya nejadperest û qirêj li ser erdê bi avakirina 40 wargeh li hevsînorê Tirkiyeyê ji Ên Dîwar ta rojavayê bajarê Serê Kaniyê bi kûrahiya di navbera10 ta 15 km û bi dirêjeya 275 km, ku rêjîm nişteçiyên pêkhatiyên Ereb ji parêzgeha Reqa û gundewarên Helebê anîn û wan li wargehên hatine avakirin bicîhkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button