Gotar

Ger hebûya me padîşahek

Dema îro em kurd li rewş û pirsgirêkên xwe yên netewî di nêrin, serêş, dilêş û dilxelandin bi mere çêdibe, em ji xwe dipirsin, gelo çawa di dewr û zemanên bûrî de, paşa, mîrek û Axayên me, miletên xwe bi rêve dibirin, bi sazî û tedbîrên weha bi rêk û pêk, û serkeftî? hin Axayên me kurdan, xudanê gundekîbûn, û hinan bêhtirî sed gundî hebûn, ewan Axayan kar û barên gundiyên xwe bi rêve dibirin? mînak: Axayê hoza Omeriyan/127/gund bi rêve dibirin, di wan demên ku xwendin û xwendevanên me nebûn, îro bi sedan û hezaran, zana, xwendevan û aqilmendên me kurdan hene, mamosta, akadimisyon, textor û profisorên me bi komane, lê mixabin firaza me, xurêl û zîwane, çare çiye? gelo ma em berên xwe bidne cadobazan yan cem hin Meleyan, ku nivişt û bazbendan ji alozî û pirsgirêkên me re sazbkin?
Hezar carî mixabin, ev êş û kêşa me her xwext dubare dibe, kevne, lewra seyda yê Xanî gotiye:
Ger me hebûya padîşahek
Alî keremek xudan meqamek
Tirk û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji mere dikir xulamî.
Xuya ye hîna ew padîşahê zana û aqilmend, di nav me de peyda nebûye, em jî weku rêolên/ şîe/li hîviya wî padîşahîbin, ta axir zeman.
Çima zana, syasetmedar û zengînên me, dernakevin derve, pêwendî û têkiliyên xwe, bi rijêm û rêxistinên dewletên ku îro pêşve çûne, û rêvebiriya dewletên mezin dikin, çima ji xwe re sûdê ji ezmûnên wan nagrin? Her yek ji serok û rêvebirên dewletan, ji xwe re şêwermendan li dora xwe komdikin, yan li hemî welatên dinya yê, perleman, sazî û rêxistin hene. Di qûnaxên asê û pirsgirêkên tevlîhev, şêwrên xwe bi aqilmendan re, çareser û tedbîrdikin, bi aramî geştiyên xwe li perav û benderan di êwirînin, lê xuyaye, ne yekrêzî têkçûnên me, sedem serhişkî, nezanîn û berberiya me bi hevre, em berjewendiyên mezin gorî berjewendiyên biçûk dikin, lewra em kurd mane bêndera bê xudî û xudan, firaza me her û her, êş, nexweşî û têkçûn e, pûş û tewşe.
Adilê Evdille.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button