Gotar

Gelo «Rêveberiya Demkî » ya rejîma Al Şeri wê di avakirina Sûriyeyeke nû de biserkeve û mercên li ser çine?

Dr. Mohamad Jaman

‏ Rejîma nû ya li Sûriyeyê, bi serokatiya AlŞeri li ser du eniyan xebitiye
‏Ya yekem, di eniya siyaseta derve de, bi ragihandin û baştirkirina têkiliyan bi gelek welatên cîhanê re hin serkeftin bi dest xistiye, bi vî awayî bûye sedema rakirina dorpêçên li ser Sûriyeyê, wekî “Qanûna Sezar” û her weha sozên veberhênanên mezin.

‏Ya duyemîn, di eniya navxweyî de, ew têk çûye, wek komkujiyên li dijî Elewî û Durzîyan hatine kirin û rageşiya berdewam bi Hêzên Sûriya Demokrat “ HSD”re diyar dibe.

‏Avahiya siyasî û leşkerî û netewî ya ku ew pê ve girêdayî ye, û avabûne di arasteya xwe de tundrew û îslamîst dimîne, li hember kesên ku ji hêla olî an îdeolojîk ve cuda ne bêtehamul e an napejirîne.

‏Di derbarê elîtên/ aliyên siyasî yên ku beşdarî hikûmetê dibin û arasteyên wan de, piraniya wan rêberên siyasî ne ku di meqamên siyasî yên bilind de ne, di nav de rêberên ji Eniya El-Nusra û yên ji Îdlibê hatine ku bi tundrewiya olî ya îslamî û bi rehên dirêj têne xwe diyar dikin û têne nasîn . Û beşek ji wan alîgirê rêjîma Esed bûn û niha bi serokê nû re ne, armanca wan ew e ku wêneya serok baştir bikin da ku bercewendiyên aborî û kesane bi dest bixin.

‏Salek temenê rejîma nû de derbas dibe. dûrxistina komên cûda û taybet û tundrew ji desthilatdariyê ev dibe karê hêzên desthilatdar bi serokatiya AlŞeri .
‏Hin kom bi awayekî çalak li dijî yên din şer dikin. Ev dikare bibe sedema hilweşîna tevna civakî. Wekî din, destwerdana hin welatên biyanî di karûbarên navxweyî yên Sûriyeyê de û piştgiriya wan ji bo aliyên cûda rewşek parçebûyî û şer diafirîne, dabeşbûnên di nav civaka Sûriyeyê de kûrtir dike.
Wek nimûne Israil ji başûr ve û Tûrkiya ji bakûr ve gelek aşere û berçave.

Gelo çereserî çiye?
Ger desthilatdariya nû pejirandina pêwisitîyên navneteweyî û navxweyî dixwaze û di rizgarkirina Sûriyeyek yekgirtî de biserkeve, divê ew van mercan bîne :
Sala xwe ya borî ya li ser kar binirxîne û şaşiyên cidî yên ku kiriye sererast bike da ku dewleta Sûriyeyê li ser bingehek beşdarbûnê ji nû ve ava bike, pergalek siyasî ya nenavendî bi beşdariya wekhev ji bo hemî pêkahateyan û koman û Olan ava bike da ku Sûriyeyek yekgirtî ava bibe.
Di heman demê de, cîhanê soz daye serokatiya demkî ya Sûriyeyê ku zexta navneteweyî sivik bike û cezayan, nemaze yên Amerîkî û Ewropî, rake, ew mercên ku bi eşkere ji bo serkeftina tevahiya pêvajoyê girîng in ferz dike. Di nav van mercan de beşdariya rastîn û bi bandor a hemû aliyên Sûrî di biryardana siyasî û saziyên dewletê de, bi diyalogeke eşkere bi Kurdan , Drûziyan , Elewiyan û aliyên re , hewcedarî heye. Kêmkirina rola tûndrewan di avahiya dewletê de, û biryara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya bi dûrxistina hin kes û saziyên Sûrî ku terorin.
Li berçave ku
‏— Heyat Tehrîr el-Şam di navnîşa rêxistinên terorîst ên biyanî yên Amerîkî de dimîne, ku ev yek rêberên wê di rolên wan desek asteng kêşene , ev wek nimûne.

‏Gaveke nû ji Brîtanyayê bi serhat wek mercek li dijî “hikûmeta veguhêz” ji bo kontrolkirina komên çekdar ên di bin fermana xwe de berpirsiyar dibîne. Wê hin rêberên leşkerî xistiye navnîşa terorê û tekez kiriye ku naskirina navneteweyî ya tevahî û piştgiriya darayî ya berfireh bi şiyana Şamê ve girêdayî ye ku qanûnê bicîh bîne û hemû beşên gelê Sûriyeyê biparêze.

‏Brîtanya sêza / ceza li ser 3 sazî û 6 kesan ji komên li Sûriyeyê ferz dike.

‏Cezayên Brîtanî li dijî Lîwayên Sultan Murad, Silêman Şah û Hemze li Sûriyeyê ne.
Sêza li dijî Mihemed el-Casîm (Ebû Emşa),Seyf Bulad (Ebû Bekir) û Lîwayên Sultan Silêman Şah, Sultan Murad û Hemze berdewam dimînin.
Herweha,
‏Konseya Ewropayê diyar kir ku ew “dê berdewam bike li ser şopandina pêşketinên li ser erdê û amade ye ku tedbîrên tundtir li dijî binpêkerên mafên mirovan û kesên ku bêîstîqrariya li Sûriyeyê gur dikin ferz bike.”

‏Bi vî awayî, em dibînin ku Desthilata Demkî ya Sûriyeyê bin mercên cidî re rû bi rû ye, û ji bo ku bi ser bikeve, divê ew di du rêyên sereke de pêşketinê bi dest bixe:

‏- Xebata bi hevpeymaniya navneteweyî re ji bo şerê li dijî tundrewiya olî û terorîzmê, wek DAIŞ û yên din.

‏- Avakirina dewletek beşdar bi pêkhateyên din ên Sûriyeyê re ji bo avakirina dewletek nû ya Sûriyeyê, ya nenavendî di nav Ereb , Kurd, Durzî, Elewî, Xiristiyan û yên de .

Avakirina systemeke ku rêzê li mafên merovan bike.
Û mercên din jî gelekin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button