Fûad Elîko: PYDê ji xelkê xwest ku ji Efrînê birevin û rê li ber vegera wan digire

Yekîtî Media
Nûnerê ENKS di Îtîlafa Opozisyona Sûryê de, Fûad Elîko di dema beşdariyê di bernameya Basî Roj de ragihand, ku PYD xelkê Efrînê ji komkujiyan tirsand û bang li wan kir, ku Efrînê vala bikin bi bihaneya ku awarebûna xelkê rengekî berxwedanê ye.
Fûad Elîko tekez kir, ku ENKS bi hemû karînên xwe dixwaze alîkariya xelkê Efrînê bike, ku li malên xwe vegerin, di demekê de, ku PYD banga xelkê dike ku venegerin û Got: “Xelkê Efrînê dizanin ku heya ji ENKSê hatiye, alîkarî kiriye ku xelk li malên xwe vegerin”.
Derbarê egera çêbûna guhertina dîmografî di Efrînê de, Elîko zelal kir, ku siyaseta PYDê gellekî şaş e û ziyanê li xelkê Efrînê dike, dema ku ji wan dixwaze ku li malên xwe venegerin û got: “Mana xelkê li nav Efrînê û li ser mal û milkên xwe, ew yek wê rê li ber guhertina demografî bigire, nek handana xelkê li ser valakirina Efrînê û mişextiyê.
Li ser pirsa komîteyên ku ji bo xizmetkirina Efrînê hatine pêkanîn, Fûad Elîko diyar kir, ku komîteyên pêwendîdar ji kesên pispor û zana yên dûrî meseleyên siyasî wê bên pêkanîn û ENKS jî piştevaniya karên wan komîteyan dike.

You might also like

Comments are closed.