Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Fransa êrîşa Tirkiyê li ser Minbicê red dike

Yekîtî Media
Serokatiya Fransayê ragihand, hikûmeta welatê wê bi Amerîka re gotûbêj kiriye û pirsa her êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê li ser Minbicê red dikin.
Ajansa “Reuters” li ser zarê jêderekî berpirs ji serokatiya Fransayê îro ragihand, Fransa pêşbîniya encamdana çi êrîşeke leşkerî li bakurê Sûriyê ji derveyî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê nake.
Got jî: “Helwesta Fransa wek ya Amerîka ye, ku her êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê li ser Minbicê red dike.”
Pêwendiyên di navbera Tirkiye û Fransayê de berve aloziyê diçin, bi taybet ku şeva bûrî Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand, Fransa hêzê dişîne Minbicê û rê nade Tirkiye êrîşî wê bajarî bike.
Koşka Elysee di wê derbarê de ragihand, Macron pêşniyaza navbînkariyê di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kiriye.
Ev helwesta Fransayê bû cihê nerazîbûna Tirkiyê û tenê di çend demjimêrên bûrî de her yek ji Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Peyvdarê Serokatiyê Îbrahîm Kalin, Serokwezîr Binalî Yildirim, Cîgirê Serokê Hikûmetê Bekir Bozdag û Wezîrê Derveyê Mewlûd Çawîşoglu daxuyaniyên cuda li dijî Fransayê dan.
Di nûtirîn daxuyanî de jî, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, “Serokê Fransayê xwe bi çi dizane ku tê pêş û dibêje navbênkariyê di navbera Tirkiye û teroristan de bike.”
Got jî: “Amadeyiyên me ji bo Operasyonên li ser Minbic, Girê Spî, Serê Kaniyê, Hesekê herweha nav Iraqê jî di asta dawî de ne. Mafê kesî jî nîn e me rexne bike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button