Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

”Fox News” Kurdistan û Iraq wekî 2 welatên cuda nîşan da

Yekîtî Media 15/8/2017

Qanala televizyonî ya navdar a Amerîkî di nûçeyên xwe de yên girêdayî kuştina 2 serbazên Amerîkî de, gava nexşeya herêmê weşand, Kurdistan û Iraqê wekî du welatên cuda nîşan da.

Ji derveyî Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê, herweha Kerkûk, Zummar, Şingal, Xaneqîn û Gulale jî di nav nexşeya Kurdistanê de hate nîşandan.

Di dema dawî de, medyaya Amerîkî gava nexşeya herêmê diyar dike, Iraqê û Kurdistanê wekî du welatên cuda nîşan dide.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button