Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Firokeyên Israîlî 12 bingehên serbazî li derdora Şamê bombebaran kirin

Yekîtî Media
Piştî xistina firokeyeke Israîlî ji corê F-16 ji aliyê Sûryê û hêzên ser bi Îranê ve, firokeyên Israîlî dest bi bordûmana 12 bingehên serbazî li derdora Şamê kirin û zengilê haydariyê li bilindahiyên Colan û devera Celîl li bakurê Israîl lêda”.
Herweha serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu civîneke lezgîn li gel fermandeyên serbazî û yên ewlehiya Israîlê lidar xist û heya niha jî ew civîn berdewam e.
Ji aliyê xwe ve peyvdarê artêşa Israîlê got: “Şandina firokeya bê firokevan ya Îranê ji bo ezmanên me, serweriya axa Israîlê binpê kiriye û her aliyek li pişt vî karîbe, wê ji aliyê me ve bê armanckirin”.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button