Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Firensa pêşwaziyê li pêşinyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Yekîtî Media 26/10/2017

Wezareta derve ya Firensa pêşwazî li pêşinyara Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku wê destpêşxeriyê qebûl bike.

Wezareta derve ya Firensî di daxuyaniyekê de diyar kir, ev gava Herêma Kurdistanê erênî ye û pêwîst e hikûmeta Iraqê di çarçoveya destûrê de diyalogê li gel Hewlêrê destpê bike.

Herweha daxwaz kir ku, hemû alî xwe ragirin û bi riya diyalogê pirsgirêkan çare bikin û ji Bexdayê xwest bilez kiryarên serbazî beramberî Pêşmergên Kurdistanê rawestîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button