Break newsNûçeslide

Firakisyonên Kurdî civîna Perlemana Iraqê baykot kirin

Yekîtî Media

Îro , tevahiya firakisyonên Kurdî di Perlemana Iraqê de, civîna Perlemanê baykot kirin.

Endamê Perlemana Iraqê ji firakisyona YNK Bextyar Şaweys ragihand: “Beşek ji perlemantarên Ereb dixwestin deng li ser pêkanîna komîta lêkolînê bidin, daku lêkolînê li gel perlemanterên Kurd bike ji ber ku beşdarî piroseya encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê bûne, lê firakisyonên Kurdî ew yek red kirin û ji civînê derketin, vê yekê hişt ku rêjeya yasayî ya civînê nemîne û di encamê de civîn hat paşxistin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button