Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Esed û Erdogan bi telefonê axifîne

Yekîtî Media 30/6/2016

Doh roja çarşemê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û serokê Sûriyê Beşar Esed bi telefonê axifîn. Li gor nûçeyeke rojnameya El Yaum ya Siûdiyê, Erdogan ji Esed re gotiye ku pêwendiyên wan yên dîrokî û kûr hene, û ewê bi her awayî hewl bidin ku krîza Sûriyê were çareserkirin.

Erdogan her wiha gotiye ku Daiş xetereke mezin e li ser ewlekariya Tirkiyê û Sûriyê û divê em bi hev re li dijî terorê şer bikin.

Rojnameya El Yaum li ser rûpela xwe ya Facebookê dinivisîne ku telefona di navbera Erdogan û Esed de bi navbênkariya Rûsya û piştî axaftineke telefonî di navbera Putîn û Erdogan de pêk hat. Berî niha jî hatibû ragihandin ku li Cezaîrê bi navbênkariya Îranê hevdîtinek di navbera hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de pêk hatiye. Ev nûçe heta niha ne ji aliyê Sûriyê ve ne jî ji aliyê Tirkiyê ve nehatiye piştrastkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button