Esayiş û polîsên leşkerî li Kobanê dest bi hilmeta binçavkirina Ciwanan dikin

Yekiti Media

Polîsê leşkerî li gel Esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD roja Şemiyê 25-7-2020 li Kobanê dest bi hilmeteke binçavkirina Ciwanan kir.

Jêderna ji bajarê Kobanê diyar kir ku aliyên navbûrî li nava bajar û li ser riyên serka û çaryanan û li ser rêbendan belavbibûn û Ciwan ji bo leşkeriya neçar binçav dikirin.

Tê zanîn ku ji ber metrsiya belavbûna veyrûsa Korona covid19 Sê heyvan hilmetên binçavkirinê ji bo leşkeriya neçar hatibû rawestandin lê ji destpêka heyva 7 careke din destpê kir.

You might also like