NûçeslideUncategorized

Esayiên PYD dest bi hilmeta girtina Ciwanan dikin

Yekiti Media

Esayişên paryiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD dest bi hilmeteke girtina ciwanan ji bo leşkeriya neçar li bajar û bajarokên Kurdistana Sûriyê kiriye.

Peyamnêrên malpera Yekîtî Mîdiya ji bajarokê Çilaxa diyar kir ku Esayişên PYD li ser rêbendên xwe ciwanan ji bo leşkeriya neçar binçav dike.

Peymnêrê me balkişand ku esayişên PYD li riyên sereke li bajarok û li çaryanan belvbûna bi mebeste binçavkirina ciwanann.

Di heman mijarê de peyamnêrê me diyar ki ku esayişan bi dehan ciwan di herdû rojên bûrî de ji bo leşkeriya neçar binçavkirine.

Tê zanîn ku leşkeriya neçar ji hêla esayişên paryiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD sedama serekbû ji bo koçbarkirina bi hezaran ji ciwanên Kurdistana Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button