Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan û Yildirim bo Barzanî: Êrîş ji encama şaşiya firokeyan bûye

Yekîtî Media 27/4/2017

Her yek ji Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Binali Yildirim, di pêwendiyeke telefonî de serxweşiya xwe arasteyî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek pêşmerge di çarçoveya êrîşa firokeyên Tirkiyê li ser Şingalê kirin.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “variya roja sêşem 25.04.2017 li peywendiyekî telefonî da birêz Receb Tayyib Erdogan Serok Komar û Binalî Yildirim Serok Wezîrê Tirkiye li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, dilgiraniya xwe bi şehîdbûna şeş Pêşmerge û birîndarbûna heşt Pêşmerge bi Serok Barzanî ragihand ku li encama êrîşa firokeyên Tirkiye ya çiyayê Şingalê şehîd û birîndar bûn.”

“Her wiha serxweşiyê li Serok Barzanî û kesûkarên şehîdên wê rûdanê kir û hêviya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran xwest û eve jî dûpat kirin ku ew rûdan bi tu awayekî bi qesta nebûye û li encama şaşiya firokeyan bûye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button