Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan: Têkiliyên navbera Mosko û Enqere dikevin pêvajoyeke erênî de

Yekîtî Media 12/3/2017

Piştî hevdîtina xwe li gel Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin li Moskow, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di firokeyê de bersivên rojnamevanan da.

Di bersivên xwe yên girêdayî pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê de, Erdogan diyar kir, ku “Têkiliyên navbera Mosko û Enqere dikevin pêvajoyek gelek erênî û berfereh de. Bi taybetî di warê aborî de armanca Tirkiyê û Rûsya gihiştina 100 milyar dolaran di warê kirîn û firoştinan de ye. Li ser nêzîkahiya her du dewletan asoyek baş xuya dike.”

Li ser pirsek girêdayî pêwendiyên Rûsya li gel YPGê, Erdogan bi berferehî bersiv da û got, ku “Putin diyar kir, ku bi awayekî germ li YPG temaşe nake. Li dijî pêkanîna desthilateke wan e jî.”

Erdogan pêr bi serdanekê çûbû Rûsyayê, pêwendiyên aborî yên herdû welatan û hevrêziya herdû welatan li Sûriyê û pirsa Kurdî, mijarên sereke yên civîna ligel Putin bûn.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button