Break newsNûçeslide

Erdogan : Serokê Sûriyê Beşar Esed terorîst e û bi ti awayî em li gel Esed hevkariyê nakin

Yekîtî Media

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand: “Serokê Sûriyê Bişar Esed terorîst e û bi ti awayî em li gel Esed hevkariyê nakin”.

Erdogan îro li gel serokê Tunisê El-Bacî Qaid El-Sibsî civiya û di kongirekî rojnamevanî hevbeş de, bal kişand ser kirîza Sûryê û got: “Esed kujerê milyonek kesên sivîl e”.

Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Sûryê di daxuyaniyekê de got: Erdogan berdewam xwe ji tawanên li dijî Sûriyan kiriye, bê guneh derdixe, ew berdewam û bi awayên cuda piştevaniya terorê dike û di daxuyaniyên xwe de nerîn û raya giştî şaş dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button