Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan nîşanên Operasyonên nû dan

Yekîtî Media
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di civîna ligel Serokê bajaran ên AK Partî de peyamên destpêkirina Operasyonên nû li herêmê dan.
Erdogan diyarkir ku, “amadeyiyên wan ji bo Operasyonên liser Minbic, Girê Spî, Serê Kaniyê, Hesekê herweha nav Iraqê jî di asta dawî de ne. Mafê kesî jî nîn e me rexne bike”.
Erdogan anî ziman: “Ew navên terorîstan diguherin, em terorîstan jinav dibin”.
Erdogan herweha rexneyên tund li pêşniyara Fransa ya navbeynkariya di nav Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) û Tirkiye de kir û got: Kes nikare daxwazê ji me bike, em ligel terorîstan bicivin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button