Break newsNûçeslide

Erdogan Demîrtaş bi 15 hezar Lîre ceza kir

Yekîtî Media

Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş li hemberî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoganî bi 15 hezar Lîreyên Tirkî hate cezakirin.

Dadgeha Enqerê biryar da ku bi hinceta Selahetîn Demîrtaş di axaftineke xwe ya li bajarê Mêrsînê de Serokomar Tayîp Erdoganî bêrûmet kiriye, bi 15 hezar Lîreya Tirkî were cezakirin.

Berî niha Erdogan li dijî Demîrtaşî bi 50 hezar Lîreya Tirkî doza pereyan vekiribû. Dadgeha herêmî daxwaza Erdoganî red kiribû. Parêzerên Serkomar jî serî li Dadgeha Enqerê dabûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button