Break newsNûçeslide

Erdogan: Çekên Amerîkayê dane YPGê ne çekên normal in

Yekîtî Media 12/5/2017

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, ku çeken Amerîkayê dane YPGê ne çekên normal in û ew vê yekê qebûl nakin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Çînê bersiv da pirsên rojnamevanan û got: “Niha em li dijî DAIŞê têkoşîna herî mezin dikin. Ji xeynî Tirkiyê ma kî wiha li dijî DAIŞê şer dike? Yên din tenê xeber didin. Tirkiyê li derve û li hundir hewl dide. Em ê tim bikin û berdewam bikin. Ev DAIŞ be, PKK û YPG jî be, qet ferq nake.”

Li ser helwesta li dijî biryara Amerîkayê ya çekdayîna YPGÊ Erdogan wiha axivî:

“Niha li Amerîkayê pêvajoyeke nû heye. Ji ber vê divê em jî hestiyar bin û bi baldarî tevbigerin. Ew çekên ku didin YPGyê ne çekên normal in, çekên giran in. Belgeyên wan di destê me de ne û ew jî vê qebûl dikin. Helbet ev geşedanên xelet in. Em naxwazin ev tişt çêbibin, em ê vê bibêjin û ligel wan biaxivin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button