Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Erdogan: bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bi hemû awayekî şaş e

Yekîtî Media 4/4/2017

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li ser bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê gef xwar û ragihand, divê demildest Ala Kurdistanê li Kerkûkê bînin xwar.

Serokomarê Tirkiyê îro li bajarê Zonguldakê di çarçoveya kampanyayên Erê yên ji bo referandûma 16ê Nîsanê li wî welatî de axavtinek pêşkêş kir.

Recep Tayip Erdogan got, bajarê Kerkûkê tenê bajarekî kurdî nîne, belku bajarekî Kurdî, Erebî û Tirkmenî ye.

Erdogan diyar kir, bilindkirina Ala duyem li Kekrûkê bi hemû awayekî şaş e, Erdogan got: “Li Kerkûkê ji bilî ala niştîmanî, bilindkirina ala duyem bi temamî bi şaş dibînim, Xwediyê vê alê vê yekê bizanin ku cudaxwaziyê dikin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button