Break newsNûçeslide

ENKSê ligel Nivîsgeha Karûbarên Mirovahî ya Netewên Yekgirtî li Qamişlo civiya

Yekîtî Media 24/10/2017

Roja doh Duşemê miletê Kurd li Qamişlo bi sedan derketin mangirtinekê li pêşiya bargeha Netewên Yekgirtî li Qamişlo ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê.

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî ya Kurd Hesen Salih di kurtenivîseke xwe de li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî: ku şandeke ji ENKSê ji Hesen Salih cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî û Fesla Yûsif cîgira serokê ENKSê û Siûd Mele sekretêrê PDK-S û Ebdilsemed Xelef Biro endamê emîndariya giştî ya ENKSê ligel rêveberê nivîsgeha karûbarên mirovahî ya Netewên Yekgirtî li Qamişlo civiya.

Hesen Salih diyarkir ku wan nameya ENKSê gihane wî kesî ku soz da nameya ENKSê bighîne nivîsgeha Şamê û pêre bighêja navenda Netewên Yekgirtî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button