Break newsNûçeslide

ENKSê: divê PYD dest ji kiryarên xwe yên terorane berde û girtiyan serbest bike

Yekîtî Media 3/4/2017

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyaniyek belavkir têdekiryarên PYD bi karên terorane wesifkir ku nakevin xizmeta doza miletê Kurd bi tu awayî.

Di daxuyaniyê de hat jî, girûpeke çekdar ya girêdayî PYD, Reşîd Mihemed serkirdeyê şepêla paşeroj û endamê xwecihya Dirbêsiyê, Ednan Ibrahîm endamê T.C.K û endamê xwecihiya Girkê Legê, Mihemed Elsîno û Tirad Oso endamên PDK-S, ew binçavkirin.

Emîndariya giştî ya ENKSê ev kiryar bi tundî şermezarkirin, û doz li PYD ki ku dest ji van kiryarên xwe yên terorane berde û hemû girtiyên siyasî yên ENKSê serbest bike ji zindanê xwe, herweha hat ku ev kiryar xizmeta doza kurdî nakin di vê qunaxa hestiyar de ji dîrokê miletê Kurd li Kurdistana Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button