Break newsNûçeslide

ENKSê daxuyaniya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê red kir

Yekîtî Media
Frakisyona Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê daxuyaniya Îtîlafê ya tê de piştgiriya operasyona li dijî Efrînê red dike.
Frakisyona ENKSê daxuyaniya Hevpeymaniyê red kir û got, biryar bû Desteya Siyasî ya Îtîlafê ji bo rewşa Efrînê biciviya, lê Îtîlaf bê ku bi wan re bicive û mijara Efrînê bi wan re gotûbêj bike, helwesta xwe ya bi piştgiriya operasyona Tirkiyê li dijî Efrînê da, ji ber wê jî wê daxuyaniya tîlafê û naveroka wê red dikin.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê daxuyaniyek belav kiribû û tê de piştevaniya xwe ji operasyona artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ya li dijî Efrînê re nîşan dabû.
ENKSê daxwaza rawestandina operasyonên leşkerî yên li dijî Efrînê kir û diyar kir, ku ev destêwerdan dê bi arasteya radestkirina herêma Efrînê ji rêjîma Sûriyê re be û wê demê dê rewşa siyasî û ewlehî aloztir bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button