Break newsNûçeslide

ENKSê daxuyanî derbarî kiryarên PYDê li çend bajarên Kurdî belavkir

Yekîtî Media 3/3/2017

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) daxuyanî derbarî kiryarên PYDê li çend bajarên Kurdî li dijî bargeh û endamên ENKSê belavkir.

Têde anî ziman ku asayişa PYD li Dêrikê, îro 3 ê adarê, endamê polîtikbîroya PDK-S Mihemed Ibrahîm Bavê Nado binçavkirin û ew sergonî Herêma Kurdistanê kirin, herweha girûpeke ji alîgirên PYD êrîşî nivîsgeha xwecihiya ENKSê li Dirbêsiyê kirin û keresteyên wê şewitandin, û alaya Kurdî daxistin, herweha li Qamişlo alîgirên PYD nivîsgeha partiya Yekîtî şewitandin û keresteyên nivîsgeha PDK-S şikenandin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê ev kiryarên PYD bi tundî şermezarkirin û ew bi berpiris di ber van kiryaran de binavkir, herweha doz li hêzên Kurdistanî û civaka navnetewî kir ku fişaran li PYD bikin da ku dev ji van kiryaran berdin û hemû girtiyên siyasî yên ENKSê serbest berdin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button