Break newsNûçeslide

ENKSê bang li hemû alîgirên xwe li Ewrupa û Amerîka kir ku xwepêşandanan bikin

Yekîtî Media 21/10/2017

Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de bang li hemû alîgirên xwe li Ewrupa û Amêrîka kir ku bi awayeke aştiyane bo piştgiriya Kurdistanê derkevin xwepêşandanan û piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin.

ENKSê di daxuyaniya xwe amaje bi wê kir, hikûmeta Bexdayê bi riya hêzên xwe yên taifî Heşda Şeibî û bi piştevaniya Îran û Tirkiyê û bi beşdariyeke rasterast a Pasdarên Îranê êrîşî gelê Kurdistanê kirin, ku çekên ku Hevpeymaniya Navdewletî ji bo şerê DAIŞê dane Iraqê jî bikar anîn.

ENKSê bêdengiya navdewletî li ser vê êrîşê şermezar kir û ragihand jî, ev êrîş, koçkirin û şewitandina mal û samanên welatiyên sivîl ên li Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû navçeyên din ên Kurdistanî li dijî hemû perensîpên mafên mirovan in li pêş çavên hikûmetên welatên cîhanê tên kirin, ku ji bîr kirin Pêşmergeyên Kurdistanê qurbaniyên mezin ji bo berevaniya li mirovahiyê dan.

Şevê din Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyamekê de, daxwaz ji hemû Kurdistaniyên li Ewropa û Amerîka kir, ku bi awayekî yasayî û aştiyane ji bo piştevaniya gelê Kurdistan, xwepêşandanan û çalakiyên sivîl û aştiyane encam bidin û daxwaza alîkariya gelên wan welatên ku tê de dijîn bikin, da ku ev şer û dorpêça li dijî gelê Kurdistanê di zûtirîn dem de bê rawestandin û dengê Kurdistanê û peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê bigehînin tevahiya cîhanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button