NûçeslideUncategorized

ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî gihştin têkgihiştineke seretayî

Yekiti Media

Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî roja Çarşemê 17-6-2020 daxuyaniyek hevbeş belavkirin.

Di daxuiyaniyê de hat Ragihandin ku beşê yekem ji danûstendinên wan bi dawî bûn û  herdû alî gihiştin nerîneke siyasî hevbeş û herdû alî bê pabendin.

Di heman daxuiyaniyê de hate diyarkirin ku herdû alî gihiştin têkgihiştinekê li ser bingeha rêkeftina Dihokê 2014 derbarê hevbeşiya rêveberî û  parastinê û  bergiriyê û li ser wê bingehê wê diyalok berdewam bin da ku bighêjin rêkeftinekê di pêşerojê de.

Di daxuyaniyê spasiya her yek ji şanderê Emerîka ji bo hevgirtina Navdewletî Wîliyam Ropak û fermandarê hêzên Sûriya Dîmuqrat Mezlûm Ebdî û serokê Herêma Kurdistanê Nîçirvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî hat kirin.

Tê zanîn ku ew daxuiyaniyê bi amade bûna Ropak û Mezlûm Ebdî hate Ragihandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button