Break newsNûçeslide

ENKS : rêkeftina Dihokê baştirîn bingehe jibo karê hevbeş di hemû astan de

Yekîtî Media 16/1/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS derbarî banga Birîminê jibo danûstandina Kurdî – Kurdî ku ji aliyê hejmareke nivîskar û çalakvan û rewşenbîrên Kurd hatibû ragihandin daxuyaniyek belavkir.

ENKSê di daxuyaniyê de got, çi hewildan an destpêşxerî jibo yekrêziya kurdî ew cihê rêzgirtinê li nik me, lê divê berî her tiştî girtiyên siyasî yên di zindanên PYD de ne serbest bêne berdan.

Herweha di beşekî din yê daxuyaniyê de, ENKSê tekez kir li ser helwesta xwe derbarî yekrêziya Kurdî û got, rêkeftina Dihokê bi serperiştiya Herêma Kurdistnê û serok Mesûd Barzanî ew baştirîn bingehe jibo karê hevbeş di hemû astan de .

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button