Break newsNûçeslide

ENKS: PYD hewla bidawîkirina jiyana siyasî li Kurdistana Sûriyê dike

Yekîtî Media 20/5/2017

Piştî bidawîbûna civîna partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê (ENKS) Beşar Emîn û Mehmûd Mele kongirekî rojnamevanî girêdan.

Beşar Emîn siyaset û kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a girtina nivîsîngehên wan û binçavkirina serkirde û endamên ENKSê şermezar kir, ku ev yek dikeve xizmeta dijminê gelê Kurd de.

Endamê Emîndariya Giştî ya ENKSê Beşar Emîn li Qamişlo di konferanseke rojnamevanî de got: “Rast e, em di warê siyasî de ji hev cuda ne, lê ev yek nayê wateya ku em bi vî rengî bêne aramckirin. Gava ew nivîsgeh û endamên me digirin. Gava tirs û terorê di nava gel de çê dikin, ev dikeve xizmeta dijminan.”

Beşar Emîn tekezî li ser biryara Emîndariya Giştî ya ENKSê kir û got, ewê berdewam bin li ser kar û çalakiyên xwe yên aştiyane.

Herwiha beşar Emîn got, hevalên ENKSê dê li welatên derve mangirtin û xwepêşandanan li dijî van kiryaran bikin. Herwiha ewê li hindur jî nivîsgehên xwe ji nû ve vekin.

Tê zanîn ku, roja 18 Gulanê endamê Polîtbîroya PDK-Sê û Neşet Zaza li Tirbespiyê ji aliyê Asayişa PYD ve hate binçavkirin. Herwiha Cîgira Serokê ENKSê Fesla Yûsif û endamên Emîndariya Giştî yên ENKSê Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam ji roja 9 Gulanê ve jî girtî ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button