NûçeslideUncategorized

ENKS li Qamişlo civata xwe li darxist

Yekiti Media

Encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS roja Şemiyê 22-9-2018 li bajarê Qamişlo civata xwe ya normal li darxist.

Civata ENKS bi amadebûna 59 endamî hate li darxistin  û nûnerê Efrîn li wê civatê amade nebibûn li gor agahiyên peyamnêrê Yekîtî Mîdiya li Qamişlo.

Derbarê doseyên ku civatê gengeşekir jêderkî ji civatê ji peyamnêrê me re diyar kir  ku civatê hejmarek mijarên siyasî û rêxistnî giftûgo kir.

Heman jêderî diyar kir ku di destpêka civatê de rapora siyasî hat xwendin û endamên ENKS li ser wê raporê bi firehî sekinîn, ji bilî gingeşe kirina  dîdar û hevdîtinên nivîsgehên ENKS li gel aliyên navdewletî û herêmî.

Jêderê ENKS balkişand ku civatê doz li Hevbendiya Niştimanî ya rikberiyê kir ku pabendiyê bi rêkeftina di navbera wê û ENKSê de bike û bervaniyê di berde bike, û di heman civatê de doz lê kir ku bersiva nameyên wan bide û bi taybet ya guhertina nûnerên ENKS di desteyên Hevbendiyê de.

Heman jêderî  balkişand ku rewşa Efrînê jî hat gotûbêjkirin û civatê biryar da ku encumanên xwecihî bêtir çalak bibin û karan li hinber binpêkirinên PYD û hêzên rikberiyê li Efrînê bikin.

Tê zanîn ku hejmarek mijarên rêxistnî di civatê de hatin gengeşekirin, hin ji wan biryar di derheqê wan de hatin stendin û hin ji wan ji bo civata Emandariya hatin li paşxistin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button