NûçeslideUncategorized

ENKS li gel Şandek hikûmeta Kenedî dicive

Yekiti Media

Roja Duşemê 1-10-2018  li bajarê  Istenbolê civatek di navbera şandek ji hikûmeta Kenedî de û nûnerên encumana niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS di Hevbendiyê de li darket.

Di civatê de herdû aliyan pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriyê û herêmê û yên deverên Kurdî li Sûriyê gengeşe kirin.

Di heman civatê de şanda hikûmeta Kenedî doz li ENKS kir ku pêwîste aliyên Kurdî li Sûriyê hevkariyê li gel hevbikin û helwestên xwe nêzîkî hevbikin.

Ji hêla xwe ve nûnerên ENKS amadebaşiya xwe diyar kirin lê bi mercên ku PYD gavên dest pêşxêriyê bavêje.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button