Break newsRaportslide

ENKS li gel hinek Qunsilxaneyên dewletan li Hewlêrê hevdîtin lidarxistin

Yekîtî Media 19/8/2016

Roja 16 û 17ê Tebaxê şandek ji encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS li gel çend Qunsilxaneyan li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê civiyan:

Qunsilxaneya Amerîkî

Qunsilxaneya Ferensî

Qunsilxaneya Tirkî

Qunsilxaneya Holandî

Şanda ENKS bi serokatiya Ibrahîm Biro serokê ENKS bû, û bi endametiya Mistefa Sîno û Newaf Reşîd û Xalid Elî û Behcet Beşîr.

Di wan hevdîtinan de axaftin li ser rewşa sûrî û ya deverên kurdî bi taybet hat kirin, û li ser siyaset û kiryarên PYD di mafê serokê ENKS de û serkirde û çalakvanên partiyên siyasî, wan qunsilxaneyan şêweyên revandin û binçavkirin û sergonkirina siyasetmedaran û şewitandina nivîsgehan û girtina wan ji rex PYD redkir, herweha piştgiriya xwe ji bo helwestên ENKS ê yên siyasî dan xuyanêkirin.

7 8 9

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button