Break newsNûçeslide

ENKS ji miletê Kurd dixwaze ku dakevin kolanan û mangirtinê li dijî kiryarên PYD bikin

Yekîtî Media 16/8/2016

Asayişên partiya  yekîtiya dîmoqrat PYD serkirde û endamên partiya Yekîtî  Hesen Salih , Ebdella Gedo , Ferhan Hesen û Alan Ehmed  li bajarê Qamişlo binçavkirin.

Serkirde û endamên partiya Yekîtî ji hêla asayişan ve hatin binçavkirin dema ku di rêûresmên cenazeya peşmergê roj de beşdar bûn.

Di heman demê de serkirdeyên partiya dîmoqratî kurdistaî –Sûriya PDK-S ji hêla asayişan ve hatin binçavkirin.

Asayişên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD di rêûresmên  bi xakspartina  cenazeya pêşmegeyên roj gelek astengî derxistin holê û rênedan xelkê ku bi cenazeyê de bimeşin , herwiha gelek çalakvan û siyasetmedar binçavkirin.

Ji aliyê xwe ve Emîndariya Giştî ya encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS di daxuyaniyekê de kiryarên asayişên PYD bi tundî şermezarkirin , û ji civaka navnetewî û hêzên Kurdistanî xwest ku fişaran li PYD bikin, herweha ENKS doz li miletê kurd kir ku îro sêşemê 16ê Tebaxê demjimêr 6 êvarî dakevin kolanan û bi mangirtinê li dijî PYD rabin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button